Rûsyayê bi şev ji hewayî ve êriş bir ser gelek herêmên Ukraynayê, di encamê de 2 kes jiyana xwe ji dest dan û 18 kes birîndar bûn.
Rayedaran diyar kir ku Rûsyayê bi balafirên bêmirov li bajêr êrişeke giran pêk anî.
Di êrişên li Kîevê de kesekî jiyana xwe ji dest da, 18 kes jî birîndar bûn.
Li herêma Sûmi ya li bakur-rojhilat jî di êrişeke din a Rûsyayê de kesek jiyana xwe ji dest da, zarokekî 9 salî jî di nav de gelek kes birîndar bûn.
Hate ragihandin ku li herêmên Zaporijya û Kryvyi Rih jî di encama bombardûmê de gelek mirov birîndar bûn.
Serokwezîra Ukraynayê Ioulina Svyrydenko daxuyaniyek da û got:
“Di encama êrişa dijmin de banê avahiya hikumetê û qatên jorîn zerar dîtin.”
Li aliyê din hewldanên dîplomatîk ên hefteyên dawî bi pêşengiya Serokê DYA’yê Donald Trump hatin destpêkirin, bê encam man.



