Ajansa penaberiyê ya Yekîtiya Ewropayê derbarê serlêdanên penaberiyê de raporek weşand.
Di raporê de hat gotin serlêdanên penaberiyê li Ewropayê ji sedî 23 kêm bûye.
Bi tevahî, welatên endam ên Yekîtiya Ewropayê, ligel Norwêc û Swîsreyê, di şeş mehên pêşîn ên îsal de nêzîkî 399 hezar serlêdanên penaberiyê wergirtin.
Fransa û Spanyayê di nîvê sala 2025’an de ji Almanya bêtir serlêdanên penaberiyê wergirtiye.
Lê belê, hejmara giştî ya daxwaza penaberiyê li Yekîtiya Ewropayê kêm bûye, bi taybet jî serlêdanên Sûrî.
Li gorî raporek nû ya ajansa penaberiyê ya Yekîtiya Ewropayê, ku îro hatiye weşandin, heta dawiya Hezîrana 2025’an, Fransa bi 78 hezar serlêdanan û Spanya bi 77 hezar serlêdanan bi 70 hezar serlêdanên penaberiyê ji Almanya derbas bûne.
Ev tevî wê yekê ye ku di salên dawî de Almanya cihê sereke yê penaberan bûye.
Bi tevahî, welatên endam ên Yekîtiya Ewropayê, ligel Norwêc û Swîsreyê, di şeş mehên pêşîn ên îsal de nêzîkî 399 hezar serlêdanên penaberiyê wergirtin.
Ev hejmar li gorî heman serdema sala 2024’an ji sedî 23 kêmbûnek nîşan dide.
Beşek mezin ji vê kêmbûnê ji ber kêmbûna girîng a serlêdanên penaberiyê yên ji welatiyên Sûriyê piştî hilweşîna rejîma Beşar Esed e, ku ev hejmar ji nîvê sala 2024’an bi qasî 25 hezar kêmtir bûye.
Li Almanya, Îtalya û Spanyayê, hejmara serlêdanan li gorî nîvê sala 2024’an bi rêzê ve ji sedî 43, 25 û 13 kêm bû, lê li Fransayê ev hejmar sabît ma.
Bi vî awayî, Fransa niha di warê hejmara serlêdanên penaberiyê de di nava Yekîtiya Ewropayê de bûye yekem.
Piraniya daxwaza penaberiyê li Ewropayê ji Venezuelayê tên
Welatiyên Venezuelayê di nîvê sala sala 2025’an de, bi qasî 49 hezar serlêdanên penaberiyê li Yekîtiya Ewropayê kirine.
Ev hejmar li gorî sala borî nêzîkî ji 3 ji yekê zêde bûye.
Li gorî daneyên ajansa penaberiyê ya Yekîtiya Ewropayê, ev cara yekem e ku di nava 10 salan de neteweyek din cihê Sûriyan digire.
Di nav 10 salên derbas bûyî de, Sûrî her tim koma herî mezin a penaberên li Yekîtiya Ewropayê bûne.
Hat ragihandin piştî Donald Trump vegeriya Qesra Spî, dersînorkirina koçberên Venezuelayî xistiye rojevê.
Her wiha Trump diyar kiribû ku ew ê parastina demkî ya ji bo zêdetirî 250 hezar welatiyên Venezuelayê bi dawî bike.
Hêjayî gotinê ye ku rêjeya qebûlkirina penaberiyê ji bo Venezuelayiyan li Yekîtiya Ewropayê ji sedî 20 kêmtir e û gelek welat difikire ji bo wan tedbîrên parastina neteweyî bigire.



