Di êrişên dawî yên artêşa Îsraîlê de li Şerîda Xezayê 83 kes hatin kuştin.
Li gor vê yekê li Şerîda Xezayê hejmara kesên hatine kuştin derket 64 hezar û 605’an.
Her wiha artêşa Îsraîlê banga valakirina Xezayê kir.
Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê di daxuyaniyeke nivîskî de agahiyên dawî yên derbarê windahiyên canî û birîndaran ên ji ber êrîşên domdar ên Îsraîlê de parve kir.
Di 24 saetên dawî de li nexweşxaneyên Şerîda Xezayê 83 kesên mirî û 223 birîndar hatine tomarkirin.
Artêşa Îsraîlê piştî binpêkirina agirbesta ku di 19’ê Çileyê de hatibû ragihandin, ji 18’ê Adarê û vir ve di êrîşên xwe yên li Xezayê de 12 hezar û 59 Filistînî kuştin, 51 hezar û 278 kes jî birîndar kirin.
Li şerîda Xezayê hejmara giştî yên miriyan derket 64 hezar û 605 kesan
Di 24 saetên dawî de di êrîşên li ser kesên ku li benda alîkariya mirovî bûn de 14 Filistînî jiyana xwe ji dest dan, 37 kes jî birîndar bûn.
Di êrîşên sîstematîk ên li ser xalên belavkirina alîkariyê de, ji 27’ê Gulanê û vir ve 2 hezar û 444 kes hatin kuştin, 17 hezar û 831 kes jî birîndar bûn.
Ji 7’ê Cotmeha 2023’an û vir ve di êrîşên Îsraîlê yên li ser Şerîda Xezayê de hejmara kesên hatine kuştin gihişr 64 hezar û 605’an, hejmara birîndaran jî gihîşt 163 hezar û 319’an.
Tê ragihandin ku li Şerîda Xezayê hê jî bi hezaran mirî di bin kavilan de ne.
Di êrîşên Îsraîlê yên li şerîda Xezayê de 11 kes hatin kuştin
Çavkaniyên tenduristiyê ragihandin ku bombebarana Îsraîlê li herêmên cuda yên Xezayê mal û sivîlên ku li benda alîkariyê bûn kir armanc.
Artêşa Îsraîlê li bajarê Refahê nêzî navendeke belavkirina alîkariyê êrîş kir û 6 Filistînîyên ku li benda alîkariyê bûn kuştin.
Li başûr-rojavayê Xan Yûnisê jî 5 Filistînîyên ku li benda alîkariyê bûn di êrîşeke Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dan.
Artêşa Îsraîlê di saetên zû yên sibehê de li bajarê Xezayê, li Kampa Penaberan a eş-Şatî, malekî bombebaran kir.
Tîmên Parastina Sivîl a Xezayê ragihandin ku di êrîşê de gelek kes birîndar bûn û zêdetirî 25 kes di bin kavilan de winda bûn.
Artêşa Îsraîlê her wiha li taxa Şêx Ridwan a li bakurê Xezayê robotên teqemenî danîn malan.
Di heman saetan de herêm bi topan jî hate armanckirin.
Ji aliyekî din ve, êrîşên topan navenda Xan Yûnisê û bakurê Kampa Penaberan a el-Bureyc a li navenda Şerîda Xezayê armanc kirin.
Artêşa Îsraîlê sibehê fermana valakirinê ya nû weşand û nêzî milyonek Filistîniyên li bajarê Xezayê bang kir ku ber bi başûr, herêma el-Mewasî ve biçin.



