Dewleta Tirk piştgiryeke leşkerî derbasî Sûriyê kir

Hemwextî şerê giran yê li Helebê, dewleta Tirk a dagirker piştgireke leşkerî ku ji derdora 200 erebeyên leşkerî pêk tê ji çeteyên xwe re şand.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov ragihand ku dewleta Tirk bêhtirî 195 erebe û alavên leşkerî, bi riya dergeha Kefer Losîn a li ser sînorê Lîwa Iskenderon derbasî xaka Sûriyê kirin.

Çavdêriyê diyar kir ku berê van karwanên leşkerî jî ber bi Idlib û Helebê ve ye.

Çavdêriyê da zanîn ku balafirên şer ên Rûsyayê li Kefer Heleb, li gundewarê Helebê derdora karwanekî leşkerî yê dewleta Tirk bombebaran kir.

ŞERÊ LI HELEBÊ
RÛSYA DERDORA KARWANEKÎ LEŞKERÎ YÊ DEWLETA TIRK BOMBEBARAN KIR

Şandina vê piştgiriya leşkerî ya dewleta Tirk di wextekî de tê ku nuqteyeke çaremîn a dewleta Tirk li Mere Hitat a Idlibê ji aliyê rejîmê ve hatiye dorpêçkirin.

Hat ragihandin ku dewleta Tirk dixwaze nuqteyên xwe yên ku vê dawiyê li Seraqiba Idlibê ava kirine, ji dorpêçiya rejîmê biparêze.

Çavdêriya Sûrî destnîşan kir ku ev herdu nuqte jî dikevin ser riya navdewletî ya Şam- Heleb M5.

Back to top button