Meşên dirêj ên li Hannover û Berlînê ku li dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan û komploya di roja duyemîn de ne.
Meşa dirêj a li bajarê Hannover ê Elmanyayê ku li dijî komploya navnetewî ya 15’ê Sibatê dest pê kiriî di roja duyemîn de ye.
Bi sedan kurdistanî û dostên wan saet 11:00 li pêşiya Leîne Center a Laatzenê li hev kom bûn.
Roja sêyemîn a meşê wê roja Duşemê ango sibe saet 11:00 li ber gara trenê ya Hannoverê dest pê bike.
Piştre wê li pêşiya Parlamenta Eyaleta Saksonya Jêrîn mîtîngek pêk were û dosyayek pêşkêşî parlamentê bê kirin.
Komîteya amadekar bang li Kurdistaniyan û dostên wan kir ku roja Duşemê li pêşiya gar a trenê li hev kom bibin.