Piştî pêşketinên rejîmê yên Idlibê, çete berê xwe dan Helebê

Piştî pêşketinên rejîma Sûrî bi desteka Rûsyayê li Idlibê, ji bo sivik-kirina êrîşên li dijî çeteyên li Idlibê, çeteyên dewleta Tirk berê xwe dan Helebê û êrîşî deverên rejîm û Rûsyayê kirin.

Çeteyên dewleta Tirk ji hin herêman li Helebê vekişiyan û rejîm gelek deverên din bi dest xistin.

Ji 24’ê Çileyê borî ve, li herêmên bi navê ”Kêmşer” rejîma Sûrî bi desteka Rûsyayê derdora 50 herêm bi dest xistin.

Di nav de xalên dewleta Tirk a dagirker, rejîmê bêhn li çeteyên dewleta Tirk çikand û li hin deveran ew dorpêç kirin.

Her wiha piştî gefên Erdogan ên bikaranîa rêbaza leşkerî li dijî rejîm û Rûsyayê, çeteyên dewleta Tirk berê xwe dan Helebê û li dijî rejîmê eniyên şer vekirin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov ragihand ku çeteyên dewleta Tirk ji nuqteyên Rûsya û rejîmê ku duh kontrol kiribûn, vekişiyan.

Her wiha rejîmê gelek deverên din ên çeteyên dewleta Tirk ku di nava herêmên bi navê ”Kêmşer” de ne, bi dest xistin.

Di nav de 9 sivîl, 30 leşkerên rejîm û çeteyên Erdogan hatin kuştin

Li bejhaiya başûr û rojavayê Helebê, jî şerekî dijwar navbera rejîm û çeteyan de rû da.

Di encamê şerên navborî de, 7 kesên ku ji heman malbatê dinav de 9 sivîl birîn dar bûn.

Her wiha 30 kuştiyên ji rejîm û çeteyên dewleta Tirk çêbûn.

Çavdêriyê destnîşan kir ku ji 24’ê Çile ve 268 leşkerên rejîmê û 285 çeteyên dewleta Tirk hatine kuştin.

Back to top button