Komek siyasetmedarên Sûriyeyî damezrandina hebûneke siyasî ya Sûriyeyî bi navê “Bloka Neteweyî ya Sûrî” ragihand.
Îro siyasetmedarê Sûriyeyî Heysem Menai bi dîmenekê daxuyaniyek ji raya giştî re da. Di daxuyaniyê de damezrandina “Bloka Neteweyî ya Sûrî” hat ragihandin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku “Ji bo rawestandina jinûve çêkirina dîktatoriyê bi cilek nû-kevin damezrandina blokê hat ragihandin. Ev blok sivîl û aştiyane ye, hewl dide dewleteke hemwelatîbûnê ya giştî û wekhev di çarçoveya pirrengiya siyasî û demokratîk a aşkera de pêk bîne û xwe dispêre cudakirina desthilatan, serweriya gel û rêgeza edaleta civakî.”
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku blokê her çareseriyek li ser bingeha mezhebî yan jî iraqî red dike û banga damezrandina hikumeteke gelêrî û meclisa damezrîner dike ku desûtrekê saz bike, da ku serweriya dewletê misoger bike û rêzê ji mafên mirovan re bigire.
Di dewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hin rêgez di jordestûrê re ne; weke yekitiya Sûriyeyê di warê erdnîgarî û siyasî de, serxwebûna dadgeriyê, yekalîbûna saziyên leşkerî û ewlehî, misogeriya mafên çandî û zimanî yên pêkhateyên neteweyî, pêkanîan edaleta pêvajoya veguhêz, tawîzdana qurbaniyan, pabendbûna bi mafên jinan û edaleta civakî.
Li gorî daxuyaniyê di blokê de Heysem Menai, Tariq El Ehmed, Ramiya Îbrahîm, Nasir El Xezalî, Feransîs Tenos hene. Ev kesayet temsîla partî û hêzên ji civaka sivîl dikin.
Li aliyekî din jî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku hilbijartina navê “Bloka Neteweyî” ji tecrûbeya hevreng a di heyama serweriya Fransayê de hatiye girtin. Wê demê kombûna siyasî bi heman navî roleke girîng di têkoşîna neteweyî de lîst. Gelek rêgezên sereke vehewandin, weke navendîbûna nûjen bijarteyek ji bo derbaskirina rewşa parçebûnê, avakirina dewletekê ku bikaribe pirrengiyê bi rê ve bibe. Wê çalakiya wê ya siyasî be, dûrî tu meyleke leşkerî.
Damezrandina vê blokê, piştî ragihandina damezrandina ” Konseya Siyasî ya Navîn-Rojavayê Sûriyeyê” hat ragihandin.



