Di civîna Kongreya Îslama Demokratîk de diyar kirin ku divê hemû ol li ser bingeha lihevhatin û hevkariyê hevdu qebûl bikin û nirxên aştî û jiyana hevbeş di navbera pêkhateyên cûda de xurt bikin.
Di çarçoveya rêzeçalakiyên ku li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dar dixe de, Kongreya Îslama Demokratîk îro li hola civînan a bajarê Eyn Îsayê civîneka berferh li dar xist.
Nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser a Demokratîk û kesayetên olî, civakî yên ji bajar û gundewarên wê tevlî civînê bûn.
Di civînê de têkiliya di navbera ol û siyasetê de û rola Îslama demokratîk di avakirina Sûriyeyek piralî û demokratîk de hat gotûbêjkirin.
Piştî deqeyek rêzgirtinê, Rêveberê saziya olî li Eyn Îsayê Ibrahîm El Xelîd axivî û nêrîna kongreyê der barê rewşa siyasî ya giştî li Sûriyeyê şîrove kir. El Xelîd da zanîn ku ” ku divê hemû ol li ser bingeha lêborîn û hevkariyê hevdu qebûl bikin û nirxên aştî û jiyana hevbeş di navbera pêkhateyên cûda de xurt bikin.”
Ji Rêveberên Kongreya Îslama Demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ebdilkerîm Saroxan da zanîn ku divê têgeha ol wekî faktorek bo yekîtiyê were xurtkirin, ne wekî amûrek ji bo parçekirinê. Sarozan diyar kir ku ol, di bingeha xwe de, peyamek mirovî ye ku banga aştî û lihevhatinê dike, lê rejîmên li li Sûriyeyê û herêmê ew veguherandine amûrek serdestiya siyasî.
Saroxan rave kir ku Îslama demokratîk ne olek nû ye, lê belê têgihîştinek hemdem a Îslamê ye ku pala xwe dide Şerîetê, banga edalet û dilovaniyê dike û li gorî hewcedariyên hemdem e. Her wiha da zanîn Islama Demokratîk dikare bibe pirek hevgihînê di navbera oldaran, siyasetmedaran û civaka sivîl de ji bo xizmetkirina berjewendiya giştî.
Piştî axaftinan, beşdarên civînê der barê mijarê nêrînên xwe anîn ziman, beşdarn behsa rola oldaran di pêkanîna aştiya nevxweyî û pêşîgirtina gotara nefretê de kirin.



