Jiyana bi dehan nexweşan di xetereyê de ye û Ji ber ku xwîn di Nexweşxaneya Onkolojî û Talasîmyayê ya Qamişloyê de nemaye, rêveberiya nexweşxaneya bang kir ku şênî bi lez xwînê bidin û jiyana bi dehan nexweşiyan xilas bikin.
Rêveberiya Nexweşxaneya Onkolojî, Talasîmya û Şewat a bajarê Qamişlo yê kantona Cizîrê û ya girêdayî Heyva Sor a Kurd, bang li şêniyan kir ku bilez xwînê bidin.
Ev 3 roj e, xwîn di nexweşxaneyê de nemaye lewma jiyana bi dehan nexweş di xetereyê de nemaze zarokên talasîmyayê. Rast e di nexweşxaneyê de bankeke biçûk a xwînê heye lê ji ber ku piştgirî û alîkarî kêm in, pêwîstî bi her kesekî heye ku xwînê bide.
Hemşîreyê bi navê Ehmed El Mihemed ê di beşa Talasîmyayê de kar dike got: “Mijara xwînê gelek dijwar e. Li Qamişloyê banka xwînê tune ye. Lewma kadroyên tenduristiyê alîkariyê ji xizmên xwe yan dostên xwe dixwazin anî jî bi rêya medya dijîtal û mizgeftan bang dike ku her kesê dikare bila were xwînê bide. Îro jî heman tişt çêbû ku bi rêya mizgefta Enteriye me bang kir û gelek şênî hatin û xwîn dan.”
El Mihemed wiha domand: “Rojane nexweşxane, nexweş ji Şedadê û gundên Dirbêsiyê pêşwazî dikin ku koma xwînê wan O+ e. Ji ber ku xwîn tune bû û kesek xwîn tune bû, kadroya tenduristiyê xwîn da. Pêwîstiya nexweşxaneyê her tim bi hemû komên xwînê heye. Bi tunebûna xwînê re jiyana nexweşan, di xetereyê de ye.”
Li gorî Mihemed, dermanên bingehîn ên nexweşiya talasîmya mîna Exjade, desferal, Deferiprone, ev 3 roj e tune ne.
Nexweşxaneya Onkolojî, Talasîmya û Şewatan a Qamişloyê li herêmê ya yekane ye. Sala 2023`yan hate vekirin. Talasîmya, şewat û onkolojî beşên wê yên sereke ne. Lê ji ber ku derfet kêm bûn, beşa şewatan temam nebû. Ev 3 sal e, nexweşxane rojane xebatên xwe ji bi dehan nexweşan re bê pere pêşkêş dike.
Rêveberiya nexweşxanyê bi rêya ajansa me, careke din bang kir ku divê xwîn bi lez were dayîn û jiyana nexweşan bi bersivandina vê bangê ve girêdayî ye.



