Tirkiyê dest bi piştgirî û perwerdekirina artêşa Sûriyê kir.
Reuters ragihand ku Tirkiyê dest bi perwerdekirin û dabînkirina piştgiriya teknîkî ji bo artêşa Sûriyê kiriye.
Li gorî peymana hevkariya leşkerî ya di navbera her du welatan de hat îmzekirin, Tirkiye dê perwerdehiya leşkerî, çek û alavên lojîstîkî bide artêşa Sûriyê.



