Tevgera Hemasê bi daxuyaniyeke êrişa li dijî Dohayê şermezar û wekî “sûcekî giştî” bi nav kir.
Tevgera Hemasê cara yekemîn piştî êrişa Îsraîlê li ser paytexta Qeter Dohayê, daxuyaniyek da.
Daxuyanî ji aliyê rêveberê Hemasê Fewzî Berhûm hate dayîn.
Berhûm êrişa Îsraîlê ya li dijî Dohayê şermezar kir û got:
“Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahu û hikumeta wî, tevahî qanûn û pîvanên navneteweyî binpê kirin.
Ev êriş wekî ragihandina şer ji aliyê Îsraîlê ve li dijî herêmê tê dîtin.”
Berhûm êrişa Îsraîlê weke gefekî li ser ewlehiya herêmî nirxand û wiha got:
Hewldana têkçûyî ya Îsraîlê ya hedefgirtina şandeya Hemasê serkeftina wê ya sexte nîşan dide.
Lê belê Îsraîl nikare bandorê li helwestên tevgera me bike.”
Berhûm got, Îsraîl hewl dide navberkariya Qeterî û Misrî ji bo agirbestê têk bibe.



