Hat ragihandin piştî êrişa ezmanî ya Îsraîlê a li dijî rêveberên Hemasê yên li Qeterê, wê roja yekşemê li paytext Doha’yê Civîna Ereb-Îslamê pêk were.
Piştî êrişa Îsraîlê ya li Qatarê ya li dijî rêveberên Hamasê, li herêmê liv û tevger zêde buye.
Ajansa nûçeyan a netewî ya Qatarê ragihand ji bo nirxandina êrişên Îsraîlê wê civîna Ereb Îslam ya lezgîn bê lidarxistin.
Hate diyarkirin wê civîn roja yekşemê li Doha’yê dest pê bike û du rojan dewam bike.
Şêxê Qatarê Mihemed Ebdulrehman el Sanî diyar kir êrişa ezmanî ya Îsraîlê a li ser Doha’yê hêviyên ji bo berdana dîl girtiyên li Xezayê tune kir.
Şêxê Îmaratê û Serokwezîrê Pakîstanê û hin serokên herêmê ji bo piştgiriya bi Qatarê re roja çarşemê li Doha’yê bûn.
Amerîka jî di navê de 15 endamên Konseya Ewlekariyê êrişên Îsraîlê şermezarkirin û piştgirî dan serwerî û yekîtiya xaka Qatarê.



