Yekîtiya Ewropayê biryar da ku cezayên li dijî zêdetirî 2 hezar û 500 kes û rêxistinên ku bi piştgiriya dagirkirina berfireh a Rûsyayê ya li ser Ukraynayê û têkbirina serwerî û yekparçeyiya axa welêt têne tawanbarkirin, şeş mehên din dirêj bike.
Lîsteya reş Vladimir Putin, Wezîrê Derve Sergey Lavrov, endamên parlementoyê, generalên payebilind, serokên karsaziyê û kirêgir, û her wIha kesên ku bi sûcên şer ji bo revandina zarokên Ukraynayê ji deverên dagirkirî têne tawanbarkirin, dihewîne.
Biryara nûkirina cezayan îro di civînek balyozan de li Brukselê hate dayîn, wekî ku ji hêla Danîmarkayê, serokatiya niha ya Konseya Yekîtiya Ewropa ve hate piştrast kirin.
Gotûbêj bi awayekî xeternak nêzîkî dema qanûnî ya 15’ê Îlonê bûn.
Xala sereke ya nîqaşê daxwaza Macaristan û Slovakyayê bû ku hin kesan ji lîsteya reş derxînin.
Piştî çend gerên nîqaşan, ti nav nehatin derxistin.
Di destpêka vê salê de, Budapeştê di derxistina sê kesan ji navnîşê de bi ser ket.



