Li eyaleta Pencapê ya Pakistanê ji ber lehiyan, ji meha Hezîranê heta niha 900 kesan jiyana xwe ji dest dane û zêdetirî 2 milyon kes jî hatine derxistin.
Ji ber baranên musonê ku ji meha Hezîranê heta niha didomin, li Pakistanê zêdetirî 900 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Baran, li herêmên rojhilat ên welat hê jî didomin û heta niha zêdetirî 2 milyon kes ji eyaleta Pencapê hatine derxistin.
Şefê Rêveberiya Karesatan a Pakistanê ragihand ku li eyaleta Sindhê 150 hezar kes hatine derxistin û ev hejmar dibe ku di rojên pêş de zêde bibe.
Pêla dawî ya lehiyan didome û rayedarên Pakistanî vê hefteyê rewşa lezgîn a avhewayê ragihandin.
Serokwezîr Şehbaz Şerîf jî ferman da rayedaran ku planeke ji bo 300 rojan amade bikin.
Neteweyên Yekbûyî vê hefteyê ji bo piştgiriya bi Pakistanê re wê 5 milyon dolaran veqetîne û Amerîka jî di serdema duyemîn a Donald Trump de cara ewil wê ji bo alîkariyeke wiha fonê veqetîne û endamên destwerdana karesatê erkdar bike.
Di sala 2022’yan de jî li Pakistanê ji ber baranê, zêdetirî hezar û 700 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û bandor li zêdetirî jiyana 30 milyon kesan kiribû.



