Rayedarên Urdinê derbarê tevgerên Îranê li welêt de hişyarî dan.
Rayedaran gotin gefên Îranê zêde bûne, her wiha depoyek çekan a girêdayî Îranê hatine dîtin.
Li aliyê din jî Ebas Eraqçî li ser dewlemendkirina Uranyumê agahî da.
Eraqçî ragihand ku depoya Uranyumê di bin tesîsên hatine bombekirin de ne.
Rayedarên payebilind ên Urdunî hişyarî dan ku gefên ji Îran û hevalbendên wê yên herêmî di salên dawî de zêde bûne.
Rayedarekî Îstîxbarata Urdunê, got:
“Çalakiyên tehdîdkar ên Îranê, di nav sê salên borî de pir zêde bûne û gihiştiye astekî ku me di nava saziya xwe ya ewlekariyê de sîxurên Îranî girtin.”
Her wiha rayedar diyar kir ku ji bo dewleta Îranê gelekî girîng e ku her îmkan û derfetekî li herêma me ji xwe re biafirîne, çi qas biçûk û sînordar be jî.
Li Urdunê depoyek çekan a girêdayî Îranê hate dîtin
Hate ragirandin dîtina depoyeke çekan li Urdunê nakokiya siyasî di navbera her dû welatan de kurtir kir.
Urdunê ragihand ku 16 kes bi tohmeta çêkirina moşekên menzîla kurt, hebûna teqemenî û çekên otomatîk, veşartina moşekek amade ji bo avêtinê, û neqanûnî peydakirin û perwerdekirina çekdaran hatine girtin ku bi Îranê re kar dikirin.
Hat diyar kirin ku Îran hewil dide birayên misilman li herêmê xort bike, yek ji wan jî Hemase, lê ji ber ku li ser axa Urdunê dixwaze wê yekê bike, dibe sedema aciziya welatê Urdunê.
Li gorî çavkaniya ewlehiyê, Hemas û Hizbullah li Beyrûtê Ciwanên Urdunî perwerde dikin.
Rayedar got:
“Dewleta Îranê hewl dide li Urdunê eniyekî ava bike da ku eger başûrê Lubnanê winda bike, Urdunê li şûna wê bikar bîne.”
îran: Depoyên uranyûmê di bin tesîsên bombebarankirî de ne
Li aliyê din Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî daxuyaniyek da, lê di daxuyaniyê de li ser îdayên Urdunê tiştek negot.
Ebas Eraqçî diyar kir, ji ber êrîşên Îsraîl û Amerîkayê yên li ser tesîsên nukleerî yên di meha Hezîranê de, depoya uranyuma dewlemendkirî ya welatê wî di bin kavilan de maye.
Derbarê cihê depoyên uranyûmê yên Îranê de, Eraqçi got:
“Her tiştê ku bi materyalên me yên nukleerî ve girêdayî ye, di bin kavilên tesîsan deye.
Hebûna van materyalan û rewşa hin ji wan niha ji hêla Rêxistina Enerjiya Atomî ya Îranê ve tê nirxandin.”
Ebas Eraqçi got ku piştî temamkirina vê nirxandinê, rapor dê ji Konseya Bilind a Ewlekariya Neteweyî ya Îranê re were pêşkêş kirin, dûv re dê biryar li ser gavên din bên avêtin.
Herî dawî, derbarê îhtîmala derketina Îranê ji Peymana Nebelavbûna Çekên Nukleerî de jî Eraqçi got:
“Carinan mijara vekişîna ji Nebelavbûna Çekên Nukleerî-NPT wekî yek ji vebijarkan jî hatiye ziman, lê vebijarkên Îranê ne tenê bi vekişîna ji NPT ve sînordar in, û biryar dê li gorî kîjan vebijarkê herî baş xizmeta berjewendiyên welêt dike were dayîn.”



