Dê serokê Amerîkayê û serokwezîrê Qeterê li Koşka Spî bicivin. Medyayên Amerîkayê diyar kir ku wê êrişa Îsraîlê li dijî Qeterê û şerê li Xezayê werin nîqaşkirin.
Medyayên Amerîkayê diyar kir ku wê îro li Koşka Spî serokê Amerîkayê Donald Trump bi serokwezîrê Qeterê Mihemed Bin Ebdurehman Bin Casim Al Sanî (Duyemîn) re bicive.
Malperên Politico û Axios daxuyand ku wê serokwezîrê Qeterê bi serokê Amerîkayê, cîgirê serokê Amerîkayê J.D. Vance, wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio, nûnerê taybet Steve Witkoff, hejmarek ji berpirsên Amerîkayê yên payebilind û Qeterî re, bicive.
Wê di civînê de êrişa Îsraîlê ya dijî Qeterê û dan û standinên agirbesta li Xezayê bên nîqaşkirin.



