Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariyê bi daxiyaniyekê ragihand ku li bajarokê Dirnic a Kantona Dêra Zorê êriş li dijî bendeke wan pêk hat.
Di encama erişê de yek ji endamên Hêzên Ewlekariyê şehîd bû û 2 jî birîndar bûn.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku îro piştî nîvro, kesên nenas li motorsiklêtê siwar bûbûn û bendeke kontrolê ya Hêzên Ewlekariyê kirin armanc.
Di dema armanc kirinê de Hêzên Ewlekariyê bersiva êrişkaran dan û di encama pevçûnê de yek ji endamên Hêzên Ewlekariyê şehîd bû û 2 jî birîndar bûn.
Her wiha piştî revîna êrişkaran, Hêzên Ewlekariyê tavilê ketin nava tevgerê û ji bo lêgerînê herêm dorpêç kirin.
Navendê piştrast kir ku hewldanên bi vî rengî dê wan ji erka wan a parastina ewlehî û aramiyê dûr nexe û dê şopandina her kesê ku dixwaze ewlehiya gel û herêmê têk bibe, berdewam bike.
Her wiha bang li gel kir ku bi Hêzên Ewlekariyê re alîkar bin û her çalakiyek gumanbar ragihînin, da ku sûcdar werin eşkerekirin û bên cezakirin.



