Li kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Ebdullah Ocalan, ciwanan çalakiyek dest pê kir. di çalakiyê de wêneyên Rêber Apo dê li hemû bajarên kantonê bêne belavkirin.
Çalakiya ku ji aliyê Ciwanên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), ve hate lidarxistin, li bajarê Dêrikê yê kantona Cizîrê dest pê kir, wêne û proşûrên Rêber Abdullah Ocalan li tax û kolanên bajarên Dêrikê, Grikêlegê û Çilaxa hatin belavkirin.
Çalakiya ciwanan dê li hemû bajarên kantona Cizîrê dewam bike.



