Zekî Bayhan, beriya bi demekê sewqî Îmraliyê hatibû kirin.
Hat ragihandin ku ji ber pirsgirêkên wî yên tenduristiyê ji bo ku tedawî bibe sewqî Girtîgeha Bi Tîpa F a Nimre 2 ya Îzmîrê hatiye kirin.
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê têkildarî mijarê li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal daxuyanî da.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Zekî Bayhan ê li girtîgeha Îmraliyê dihat ragirtin ji ber pirsgirêkên tenduristiyê û kontrolên rûtîn di 11’ê Îlona 2025’an de sewqî girtîgeha Tîpa F Nimre 2 ya Îzmîrê hatiye kirin.
Bi berdewamî wiha hat gotin: “Piştî ku li vir tedawî û kontrolên pêwîst temam bûn wê dîsa vegere Girtîgeha Îmraliyê. Rewşa wî ya tenduristiyê baş e.”



