Li Xezayê ji ber êrişên artêşa Îsraîlê hejmara miriyan zêde dibe.
Hate ragihandin di 24 saetên dawî de 47 kes hatine kuştin.
Bi vî awayî hejmara giştî yên miriyan derket 64 hezar û 803’yan.
Têkîldarî êrişa dawî Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê daxuyaniyek da.
Wezaretê ragihand ku di 24 saetên dawî de 47 kes mirine û 205 kes jî birîndar bûne.
Ji ber birçîbûnê 7 kesên din jiyana xwe ji dest dan
Her wiha li gor agahiyên dawî 7 kesên din ji ber birçîbûn û kêmxwarinê mirin.
Bi vî awayî ji destpêka şer ve hejmara kesên ji ber birçîbûnê mirine di nav de 145 zarok, gihiştiye 420 kesan.
Artêşa Îsraîlê ji serê sibehê ve li heremên cuda yên Xezayê êriş pêk anî.
Di êrişan de 5 jê li benda alîkariyê bûn 13 kes hatin kuştin.
Li Kolana Es-Sîna ya li başûrê Xezayê avahiyek hate bombebarankirin, 4 kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn.
Li Kolana Cela jî komek sivîl hatin hedefgirtin, li wir jî 2 kes hatin kuştin.
Di êrişên li ser Xan Yunisê de jî herî kêm 2 kes hatin kuştin.



