Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê dê di 15-17’ê Îlonê de têkildarî biryara binpêkirina ‘Mafê hêviyê’ ku Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) ji bo Rêber Apo û girtiyên din dabû, bicive.
Komîteyê di civîna xwe ya Îlona 2024’an de ji Tirkiyê xwestibû ku di mijara ‘Mafê hêviyê’ de di qanûnan de sererastkirin bike û salek muhlet dabûyê.
Komîteyê, gotibû ku heke sererastkirin neyên kirin dê biryara navberê bide.
Tevî hişyariya komîteyê jî Tirkiyê heta niha tu sererastkirin nekiriye.
Tê mereqkirin ka dê komîte li dijî vê çi biryarê bide.
Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), rêxistinên mafên mirovan û hiqûqê di meha Tîrmehê de ji bo cîbicîkirina ‘Mafê hêviyê’ agahî dabû komîteyê.
Tê de hatibû xwestin ku ji bo bicihanîna biryarên DMME’yê gavên pêwîst bên avêtin.



