Şêniyên bajarê Çilaxa yê kantona Cizîrê daxwaza xwe ya hevdîtina bi Rêber Apo û girêdana bi firkra wî ve, anîn ziman.
Şêniyên û got ku daxwaza wan ya sereke pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye,ji ber ku ew tenê dikare aştiyê li herêmê pêk bîne.
Şêniyê bi navê Remezan El Hasûd diyar kir ku felsefeya Rêbertî bingeha avakirina welatan bi ewlehî û aramî ye û got:
“Azadiya Rêbertî azadiya hemû mirovahiyê ye. ”
Elî Rehal El Wehş jî desnîşan kir ku Rêber Apo ji bo azadiya gelan kedeke mezin daye û wiha domand:
“Em dixwazin pê re hevdîtinê bikin, ji ber ku ew parêzvanê rastîn ê aştî û demokrasiyê li Rojhilata Navîn û cîhanê ye.”
Her wiha Hefîza Ehmed da zanîn ku azadiya wî ya kesane û azadiya jinan bi giştî bi ramanên Rêber Apo ve girêdayî ne û wiha axivî:
“Azadiya me bêyî azadiya wî temam nabe.
Destkeftiyên ku îro em dijîn, bi taybet wek jin, deyndarê wî ne. “



