Artêşa Îsraîlê di 4 rojên dawî de li Xezayê 10 avahiyên Ajansa Alîkarî û Xebatên ji bo Penaberên Filistînî yên li Rojhilata Nêzîk a Neteweyên Yekbûyî ango UNRWA bombebaran kirin.
UNRWA li ser medya civakî X’ê derbarê êrişê de daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku li Xezayê û bakurê wê cihê ewle nemaye, êrîşên asmanî Filistîniyan neçar dikin ku ber bi nenasiyê ve koç bikin.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku UNRWA ji ber êrîşan neçar ma xizmeta tenduristiyê ya ku li Kampa Penaberan a Eş-Şatî li bakurê Xezayê dida rawestîne, û xizmetên avê û paqijiyê yên girîng jî tenê bi nîv kapasîteyê dikare bide.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku di 4 rojên dawî de li Xezayê 10 avahiyên UNRWA’yê hatine armanckirin, di nav wan de 7 dibistan û 2 klînîk hene ku ji bo bi hezaran kesên koçber bûne wekî stargeh xizmet dikirin.
Kabineya Ewlekariyê ya Îsraîlê di 8’ê Tebaxê de plana dagirkirina li bakurê Şerîda Xezayê pejirandibû.
Artêşa Îsraîlê jî di 11’ê Tebaxê de ji Taxa Zeytûnê dest bi êrîşên li ser bajêr kiribû.



