Konferansa komînan vê carê li bajarê Qamişlo pêk hat.
Beşdarvanên konferansê li ser rêbazên pêşxistina karê komînan û zêdekirina rola wan gotûbêj kirin.
Endamên saziyên xizmetguzariyê, serokên eşîran, hevserok û endamên komînan, tevlî konferasê bûn.
Li wir, hate zanîn ku birêxistinkirina civakê bi rêya komînan pêk tê.
Her wiha bal kişandin ser rola komînan a zêdekirina hevkariyê di navbera endamên civakê de.



