Li Derayê çeteyên DAIŞ’ê endamekî ewlehiya giştî yê hikumeta veguhêz a Sûriyê kuştin.
Li bajarê Nahta yê li parêzgeha Derayê şêniyan cenazeyê kesekî dîtin.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku ev cenaze yê endamekî ewlehiyê Giştî a hikumeta veguhêz ya Sûriyê ye.
Li gorî jêderê, endamê ewlehiyê Wa’il Ebarê ji gundewarê Şamê ye û li Derayê dimîne.
Çavdêriyê, da zanîn ku DAIŞ’ê kuştina wî bi dîmen li xwe girt.
Çeteyên DAIŞ’ê idîa kir ku, ji ber ev kes tevgera şaneyên wan li herêmê dişopand, ew kuştin.



