Festîvala Şehîd Ronahî Bawer a Govendê dest pê kir. Di roja yekemîn de 6 komên govendê yên kevneşopiya kurdî (efrînî, Başûrê Kurdistanê, Kobanê, Amûdê), Ereb (Reqa) û Aşûr vedibêjin hatin pêşandan.
7`emîn Festîvala Şehîd Ronahî Bawer a Govendê di bin dirûşma “Her Govendek Çîrokeke û Her Çîrokek Dîrokeke” bi beşdarbûna 23 komên govendê yên Kurd, Ereb, Suryan-Aşûr, Ermen, Çerkez, Êzidî yên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Kurdistanê dest pê kir.
Festîval ji hêla Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamya (TEV-ÇAND), Tevgera Çanda Jinan a Hîlala Zêrîn û Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê tê birêxistinkirin.
Di festîval li Parka Azadî ya li bajarê Qamişlo de hatiye lidarxistin, nûnerên Rêveberiya Xweser, saziyên civaka sivîl û şêniyên ji hemû kantonên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi cil û bergên xwe yên floklorî tev li festîvalê bûn.
Her wiha di festîvalê de Weşanên Şilêr jî berhemên xwe yên wêjeyî li parkê pêşandan.
Piştî deqeya rêzgirtinê, Hevseroka TEV-ÇAND`ê Sumeya Mihemed axivî, bixêrhatina mêvanan kir. Sumeya hemû şehîdên Şoreşa 19`ê Tîrmehê bibîranî û diyar kir ku festîval a azadî û aştiyê ye, hemû pêkhateyên herêmê lê amade bûne.
Sumeya spasiya beşdarbûna Koma Milî ya Duhokê kir û wiha got; “Me xwest ji deverên din jî yên Kurdistanê kom beşdar bibin, lê dîsa jî rê li ber beşdarbûna wan girtî ye. Îro bi rêya vê festîvalê em li hev civiyan, heta festîvala bê em ê bi hev re çêbikin.”
`Komek ji Rojhilatê Kurdistanê nikarî tevlî bibe`
Endamê Komîteya Amadekar a Festîvalê û endamê Rêveberiya Komîna Govendê Zana Huner axivî û bixêrhatina hemû beşdaran kir. Zana Huner destnîşan kir ku ji sala 2015`an heta roja îro festîval tê lidarxistin, heta 2019`an navê festîvalê ya govendê bû, piştî şehadeta şehîd Ronahî Bawer ku ew jî endama komeke govendê bû, navê festîvalê bû Festîvala Şehîd Ronahî Bawer a Govendên Gelerî û wiha anî ziman: “Em dixwazin 3 rojan bi hev re bi xweşî derbas bikin, komek ji Rojhilatê Kurdistanê dê tevlî festîvalê biba, lê ji ber sedemên teknîkî tevlî nebûn, xwesteka wan a tevlîbûnê ji bo me cihê kêfxweşiyê bû.”
Aldar Xelîl: Dixwazin li Sûriyeyê siyaeta yekalî li ser gelan ferz bikin
Endamê Desteya Rêveber a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl jî axivî û da zanîn ku bi hêviya ku ev festîval bibe derfetek ji bo nîşandana çanda demokratîk û hemû pêkhateyên herêmê.
Aldar Xelîl bal kişand ser rewşa li Sûriyeyê û nêzîkatiyên Hikumeta Veguhêz li bermaberî çanda gelan û diyar kir ku niha dixwazin di Sûriyeyê de siyaset û nêzîkatiyên yekalî li ser gelan ferz bikin û ev li gotinên xwe zêde kir: “Komkujî li dijî pêkhateyan pêk tên, lewma pêvajoyeke metirsîdare tê dîtin. Heke li Sûriyeyê pêkhate li gorî rastî û azadiya xwe nejîn wê bandoreke neyîn li aramî û hevgitinê bê kirin. Ji bo wê pêwîste çanda xwişk û biratiyê bê belavk kirin.”
Koma YPJ`ê govendek diyarî kir
Koma Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) derveyî bernameya festîvalê wekî diyarî govendek li ser stranên Erebî û Kurdî, govendên çanda her du pêkhateyên Ereb û Kurd li pêşiya haziran pêşkêşî festîvalê kir.
6 koman govendên xwe pêşkêş kirin
Di çarçoveya bernameya roja yekemîn a festîvalê de Koma Şehîd Serhed a Kevneşopiyê ya Heleb, Koma Palmîra ya ji Reqayê, Koma Milî ya Govendê ya ji Duhokê, Koma Şehîd Sînan a ji Kobanê, Koma Hekarî ya Aşûrî û Koma Dayikan a Şehîd Reyhan a ji Amûdê govendê xwe dane pêşandan.
Sibe 11 kom beşdar dibin
Sibe (16`ê Îlonê) dê Koma Kevnşopî (Dêrik) Koma Atra ya Aşûrî (Cizirê), Koma Xelat (Qamişlo), Koma Rubûh El Cezîra (Til Temir), Koma Ronak (Amûdê), Koma Artasax ya Ermenî (Hesekê), Koma Stiyên Xweristî (pargîn), Koma Şehîd Çekdar (Rimêlan), Koma Ş.Rêwan (Tirbespiyê), Koma Gulan Zelal (Rimêlan), Koma Şehîd Mizgîn (Amûdê) govendên xwe pêşkêş bikin.
Festîval dê 17`ê Îlonê bi dawî bibe.



