Li parzgeha Himsê Hêzên Hikûmeta Veguhêz ya Şamê ciwanek elewî bi awayekî hovane kuştin.
Têkildarî mijarê Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirovan ragihand:
Çekdarên girêdayî hêzên Hikumeta Veguhêz a Sûriyê li ciwanekî elewî yê ji gundê Leftaya yê Himsê dane heta ku qetil kirine.
“Li gundê Leftaya yê Himsê çekdarên hikumeta veguhêz, li ciwanekî elewî dan.
Ciwan tenê ji ber ku ew elewiyê,mêjiyê wî pelçiqandin û wî kuştin.”
Çavdêriyê got, bi vê daneyê re hejmarakesên ku di “bûyerên heyfhilanînê û qetilkirinê” hatin kuştin derket hezar û 27 kesan.
Di nav de 975 mêr, 32 jin û 21 zarok hene.



