Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya bi şehîdkirina Jîna Emînî re dest pê kir, têkoşîna jinan derbasî qonaxeke nû kir û gerdûnî bû.
Niha jî rejîm bi rêzbazên, binçavkirin, girtin û darvkirinê dixwaze dawî li vê têkoşînê bîne û civakê bixe bin kontrola xwe.
Kes nema û çîroka vê jina kurd nas nekir.
Ev Jîna Emînî ye, ev serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” ye.
Jîna Emînî û malbata xwe di destpêka Îlona 2022’yê de ji bo serdana xizmên xwe diçin Tehranê.
Di 13’yê Îlona 2022’yan bi henceta hicab li xwe nekiriye û porê wê derketiye, bi birayê xwe re ji aliyê polîsên Îranê ve hatin binçavkirin.
Jîna Emînî bi darê zorê, heqaret û bi gotinên biçûkxistinê hat binçavkirin û birayê wê jî hat êşekencekirin..
Du saetan piştî binçavkirinê, ji ber êşkenceya giran zerer digihe mejiyê Jîna, ji ser hişê xwe dire û dikeve Nexweşxaneyê.
Jîna Emînî piştî sê rojên nexweşxaneyê, di roja 16’yê Îlona 2022’yan şehîd dibe.
Di merasîma oxirkirina Jîna de zengila Şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ lêda û bû pêleke mezin ya qêrîna azadiyê.
Ji bo qutkirina vî dengî wê çaxê, hêzên ewlekariyê yên Îranê gule berdan û gaza rondikrêj avêtin girseyê.
Bi vê yekê re li navçe û bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê serhildan destpê kir.
Çirûska yekem ya çalakiyan li Saqiza Rojhilat bi pêşengiya jinan destpê kir.
Gel herkîn qadan û ji ber êrîşa hêzên ewlekariyê yên Îranê kesek hate kuştin.
Li ser bangên partî, tevger û rêxstinên jinan, li Rojhilatê Kurdistanê banga greva giştî hate kirin û serhildan belavî seranserî bajarên welat bû.
Di 6 rojên ewil yên serhildanê 17 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Ev serhildan li tevahî cîhanê deng veda û jin li gelek welatan daketin qadan.
Ji 17’ê Îlona 2022’an heta 7’ê Kanûna 2022’an li tevahiya Îran û Rojhilatê Kurdistanê 82 rojan çalakiyên şermezarkirinê hatin lidarxistin, çalakî li 31 wîlayetan, 160 bajaran û 143 zanîngehên mezin hatin kirin.
Li gorî daneyên wê çaxê derketin, heta 15’ê Çileya 2023’an 524 kes hatin kuştin.
Ji kesên hatin kuştin 71 jê zarok bûn.
Her wiha 68 endamên ewlekariyê bûn.
Heta 15’ê Çileya 2023’an ji ber çalakiyên şermezarkirinê 19 hezar û 401 kes hatin girtin û binçavkirin.
713 ji wan xwendekar bûn.
Ji ber rejîm li ber berxwedana jinan bê çare ma sala 2025’an serî li rêbazên cezayê darvekirinê da.
Cezayê darvekirinê yê li Pexşan Ezîzî, Werîşe Mûradî û Şerîfe Muhemedî, jî yek ji sedemên Tirsa desthilatê ya ji jinan bû.
Li gel darvekirinê, biryara girtinê jî bi lez û bez ji bo tirsandina çavên jina û civakê tê dayin.
Lê bandora ku serhildana “jin jiyan azadî” hiştiye nikare jin û civakê bê têkoşîn û berxwedan bihêle.
Ger rewşa girtin û birayên darvekirnê bidome, dibe ku serhildanek hîn meztir belavî Îran û Rojhlatê Kurdistanê bibe.



