Nûçeya Politico dibêje, êrîşên esmanî piştî hefteyekê bombebaranên giran ên li ser Ukraynayê hatin, ku bûn sedema mirina bi dehan kesan û zirar gihandina avahiyên hikûmetê yên li Kîevê.
Li gorî Polîtîco niyeta Putin bi dawîkirina şer tune ye.
Pûtîn ji Rûsan re soz da ku ne tenê li hember Ukraynayê, her wiha li hember “Rojava ya kolektîf” jî serkeftinê bi dest bixe.
Rûsyayê 19 balafirên bêmirov şandin Polonyayê û pispor dibêjin ku ev nîşanek e ku Pûtîn niyeta wî nîne ku di nêzîk de şer bi dawî bike.
Zanyarên siyasî bawer dikin ku ji bo Pûtîn, berdewamkirina “nakokiya bi Rojava re” kilîta saxbûna siyasî ye.
Serokwezîrê Polonyayê Donald Tusk got ku qada esmanî ya Polonyayê herî kêm 19 caran hatiye binpêkirin.
Tusk diyar kir ku ev ne encama “şaşî an provokasyonên piçûk ên Rûsî” yên ji Ukraynayê ne, lê rasterast balafirên bêmirov ên ku ji axa Belarûsê ber bi Polonyayê ve firiyan in.
Di şeva 10’ê Îlonê de, bi giştî 19 balafirên bê mirov di radarê de hatin dîtin.
Heya 11’ê Îlonê, bermahiyên 16 balafirên bê mirov hatin dîtin.
Êrîşa balafirên bêmirov ên Rûsyayê bû sedem ku NATO madeya 4’an a Peymana Atlantîka Bakur bixe meriyetê.



