Îro serê sibehê li Belûcistanê pevçûn di navbera polîsên Îranê û hêzên Belûc de rû da, di pevçûnan de 2 polîs hatin kuştin, yek jî birîndar bû.
Rayedayên Îranê ragihandin ku îro sibê li Eyaleta Sîstan-Belûcîstanê di êrîşeke çekdarî de 2 polîs hatin kuştin û kesek jî birîndar bû.
Ajansa nûçeyan a Belûcistanê diyar kir kesên çekdar li herêma Kolçatê gule li wesayîta Polîsan reşandin, di encamê de kesê di wesayîtê de hatin kuştin û birîndar kirin.
Hêjayî gotinê ye, di hefteyên dawî de, li Sîstan-Belûcistanê şer û pevçûnên di navbera hêzên ewlekarî û Hêzên Belûc de zêde bûne, di encama pevçûnan de gelek kes hatine kuştin.



