19’ê mehê li paytexta Azerbeycanê Bakuyê, wê hevdîtineke Sûriye-Îsraîlê pêk bê.
Hikumeta veguhêz a Sûriyê ji bo dan û standinên bi Îsraîlê re, dest bi vekişandina çekên giran ji başûrê welêt kiriye.
Li gorî AFP’ê, duh çavkakiyên Sûriyî ragihandibû ku hikumeta veguhêz a Sûriyê dest bi vekişandina çekên giran ji başûrê Sûriyê ber bi Şamê ve kir.
Ev gav beriya dan û standinên bi Îsraîlê re pêk tên ku çave-rêye di çend rojên bê de, li paytexta Azerbeycanê Bakuyê pêk bên.
Berpirsekî leşkerî yê Sûrî ku nexwest nasnameya xwe aşkera bike, diyar kir ku ji nêzî 2 mehan ve dest bi vekişandinê kirine.
Çavkaniyekî dîplomatîk jî destnîşan kir ku çek nêzî 10 km ber bi başûrê Şamê ve hatin vekişandin.



