Li gorî ajansa nûçeyan a Filistînê di nava 24 saetan de 99 kes de li Xezayê hatin kuştin.
Ajansa nûçeyan a Filistînê (WAFA) li ser zimanê çavkaniyên tenduristiyê ragihand:
Di nava 24 saetan de di encama bombebaran û topbarana hêzên Îsraîlê yên li dijî herêma Xezayê de 99 kes hatine kuştin.
Hate gotin bombebaran û topbaran li herêmên cuda pêk hatin.
Her wiha di nava cihên hatin hedefgirtin de kampa koçberan, mal, avahiyên bilind û kombûnên sivîlan ên li benda alîkariya hene.



