Şêniyên kantona Firatê bi meşeke girseyî piştgiriya xwe ji QSD`ê re nîşan da.
Bi hezaran şêniyên kantona Firatê ji bo piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi dirûşma “QSD îradeya me ye” meşek organîze kir.
Meşê ji Qada Jina Azad dest pê kir, wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û alên QSD`ê tê de hatin hildan û şêniyan dirûşmên “Berxwedan jiyan e”,”Bijî berxwedana QSD`ê”, “Bê Serok jiyan nabe” berz kirin.
Meş li Qada Aştî sekinî. Li wir hevserokê Rêveberiya Xweser a Kantona Firatê Ferhan Hec Îsa axivî û wiha got: “Em li vir in da ku piştgiriya xwe ji hêzên QSD`ê re nîşan bidin. QSD hebûn û nasnameya me ye, em ê her tim piştgiriya xwe bidin hêzên xwe, ji ber ku Qamişlo, Kobanê, Reqa, Hesekê û Dêrezorê hemû deverên QSD`ê ne. QSD cewherê nirxên mirovahiyê diparêze. Di şexsê şexsê şehîdên QSD`ê de em hemû şehîdên azadiyê bi bîr tînin.”
Ferhan wiha pê de çû: “QSD ji bo parastina Sûriyeyê li hemberî dijmin û desthiatdaran têkoşîneke xurt dide meşadin. Lewma divê em jî bi hemû hêz û vîna xwe piştgiriya QSD`ê bikin û ji wan re bibin palpişt.”
Meş bi dirûşmên “Bijî berxwedana QSD`ê” û “Bê serok jiyan nabe” bi dawî bû.



