Serokomarê Ukraynayê Volodimir Zelenskiy diyar kir ku niyeta Rûsyayê bi dawîkirina şer tune ye.
Zelenskî got hewldan û planên şer ên Putîn wê êşê ji Rûsyayê re bîne.
Her wiha Serokwezîrê Almanyayê Friedrich Merz dibêje ger Rûsya tişta ku dixwaze bidest bixe, wê dest bi lêgerîna armanca xwe ya din bike.
Serokkomarê Ukraynayê Zelenskî derbarê hewldan û planên Putîn de daxuyaniyek da.
Li gorî nûçeya RBK-Ukraynayê, Zelenskiy ev daxuyanî di civîneke hevpar a çapemeniyê de li gel Seroka Parlamentoya Ewropayê Roberta Metsola li Kîevê da.
Zelenskiy, bibîr xist ku Yekîtiya Ewropayê pakêta 19’an a cezayan li dijî Rûsyayê amade dike û wiha got:
“Yek ji armancên sereke yên cezayan divê çavkaniyên enerjî û binesaziya bazirganiyê ya Rûsyayê be.
Herwiha divê sektora bankayên Rûsî û mekanîzmayên ku Moskowê ji bo fînansiya şer bi kar tîne û ji cezayan direve jî bêne armanckirin.”
Zelenskiy destnîşan kir ku ew ji Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê jî gavên cezayî yên bi vî rengî hêvî dikin û wiha axivî:
“Divê Pûtîn hîs bike ku berdewamkirina şerê xwe, berfirehkirina êrîşan, bi taybetî gavên têkdana aramiya welatên wekî Polonya û Romanyayê, ji bo Rûsyayê tê wateya êşê. Ger Rûsya êşê hîs neke, dê şer berdewam bike.”
Ger şer bi şertên pûtîn bi dawî bibe çi bibe: Merz metirsiyan nirxand
Her wiha Serokwezîrê Almanyayê Friedrich Merz dibêje ger dîktatorê Rûsî li Ukraynayê tiştê ku dixwaze bi dest bixe, dê dest bi lêgerîna armanca xwe ya din bike.
Li gorî nûçeya rojnameya Bildê, Merz di axaftina xwe ya li Bundestagê de diyar kir ku ger şerê li Ukraynayê bi şertên Kremlînê Vladimir Pûtîn bi dawî bibe, ev yek dê Pûtîn teşwîq bike ku “armanca xwe ya din bigere”.
Serokwezîrê Almanyayê got:
“Pûtîn ji zû ve sînoran diceribîne. Ew sabotajê dike, sîxuriyê dike, dikuje û hewl dide xeterê çêbike.”
Herwiha Merz anî ziman ku ev çalakiyên serokê Rûsî di van demên dawî de li Almanyayê jî zelal bûne û Rûsya bi zanebûn hewl dide civaka Alman têk bibe.
Merz destnîşan kir ku divê Almanya berxwedêriya xwe û qebiliyeta xwe ya parastinê xurt bike.
Cezayên yekîtiya Ewropayê li dijî Rûsyayê
Yekîtiya Ewropayê ji destpêka dagirkirina tam a sala 2022’yan ve li dijî Rûsyayê 18 pakêtên cezayan pejirand.
Di vê çarçoveyê de zêdetirî 2 hezar û 500 kes û sazî hatin cezakirin.
Di nav cezayan de elîtên siyasî û leşkerî yên Rûsyayê, propagandîst û şirketên pîşesaziya enerjî, parastin, kîmya û fezayê hene.
Yekîtiya Ewropayê her şeş mehan carekê cezayan dirêj dike.
Lê belê di van demên dawî de tê gotin ku Serokwezîrê Macarîstanê Viktor Orban, bi piştgiriya siyasî ya ku ji Donald Trump wergirtiye, vê pêvajoyê zehmet dike.
Tê ragihandin ku Komîsyona Ewropayê li ser pakêta 19’an xebatên xwe didomîne, lê biryara cezayên nû ji bo ku bi welatên G7 re nêzîkatiyeke hevpar bê avakirin, hatiye paşxistin.



