Serfermandarê Îranê Ebdulrehîm Mûsewî di serdana xwe ya Rusya de ji li ser rojeva heyî nirxandin kir.
Mûsewî daxwaza avakirina komîsyonan ji bo pêşvebirina hevkariya dualî kir û got:
“Ji ber dorpêçên tund ên Rojavayî yên li dijî Îran û Rûsyayê, potansiyeleke mezin ji bo zêdekirina hevkariyê ava kiriye.”
Her wiha Mûsawî helwestên Rûsyayê yên li Neteweyên Yekbûyî û Ajansa Enerjiya Atomî pir baş û bihêz bi nav kir.
Serfermandarê Giştî yê Hêzên Îranê teqez kir ku dîplomasî û danûstandin wekî rêya herî baş ji bo çareserkirina pirsgirêkan e.
Ebdulrehîm Mûsewî got ku Îranê qet şer dest pê nekiriye, yê ku danûstandin wekî perdeyek xapandinê bi kar anî, wan şer li dijî Îranê dest pê kirin.
Mûsewî îda kir ku Hêzên Îranê, bi sebir mezin bersivek bihêz û ziyanek mezin gihand Amerîka û Îsraîlê.
Wezîrê Enerjiyê dibêje ew bi pêşniyara Mûsewî ya ji bo xurtkirin û pêşxistina komîsyonên têkildar bi armanca bilindkirina asta hevkariyê re hemfikir e.
Sergey Tsivilov banga bilindkirina asta hevkariya parastin û aborî ya di navbera her du welatan de gihandina asta herî bilind kir.



