Li peravên rojhilatê Lîbyayê, karesateke din a koçberiyê rû da.
Bi dehan kes di avê de winda bûn.
Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî ragihand ku keştiyek noqî avê bûne.
Hate diyar kirin, di keştiyê de 74 kes hebûn ji wan tenê 13 kes hatine rizgarkirin û 61 kes jî winda ne.
Komîseriya Bilind dest nîşan kir ku ev yek duyemîn bûyera trajîk e ku rojên dawî li herêmê diqewime.
Rêxistina Koçberan a Navneteweyî jî beriya niha diyar kiribû ku 15’ê Îlonê li peravên Lîbya ji ber şewatê herî kêm 50 penaberên Sûdanî jiyana xwe ji dest dan.



