Ev 2 roj e, rêya Şam-Siwêda ji aliyê êlên Bedû ve hatiye kontrol kirin. Êlên Bedû vê carê jî rêya Şam-Siwêda li herêma Mitalayê qut kirin.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ragihand ku rêya Şam-Siwêda ji aliyê êlên Bedû ve hatiye girtin.
Piştî ku endamên benda kontrolekê ya hêzên Hikumeta Veguhêz nehişt êlên Bedû bikevin Şamê, endamên êlê rê xistin bin kontirola xwe.
Rê hîna jî girtî ye, ruxmî ku Hikumeta Veguhêz berovajî wê îdia dike ku rê di bin kontirolê de ye lê tenê erebeyên xêrxwaziyê dikarin derbas bibin.
Rixmî ku agirbestek li Siwêdayê heye jî lê gelek caran çekdarên ser bi Şamê ve gundewarên Siwêda topbaran kirin.
Piştî topbaranê nehat zanîn ka bê zirarên canî hene ya na.



