Parlamenterê Federal a Partiya Keskan a Swîsreyê Nicolas Walder bang li Swîsreyê kir ku ji bo azadiya Rêber Apo rolê bilîze.
Nicolas Walder, ji bo balkişandina li ser şertên ku Rêber Apo tê re derbas dibe , pêşniyazname da Parlamentoya Swîsreyê.
Di pêşniyaznameya Walder nêzîkatiya Swîsreyê ya li hember pêvajoyê pirsî.
Her wekî bang li Swîsre kir ku di mijara azadiya Rêber Apo de rol bigire.
Walder biryara PKK’ê jî ya fesixkirinê bi gaveke dîrokî bi nav kir.
Parlamenter Nicolas Walder bi bîr xist ku di meha Tebaxê de, di Meclîsa Tirkiyê de komîsyonek hate damezrandin .
Ew komisyon jî ji bo amadekirina çarçoveya zagonî ya pêvajoya aştîyê berpirsyar e.



