Li bajarê Reqayê û Zirganê salvegera 22’yemîn ya damezrandina Partiya Yekîtiya Demokr PYD’ê hate pîrozkirin, di pîrozbahiyan de soz domandina rêya şehîdan û pêkanîna pirojeya Netwa Demokratîk hate dayîn.
Pîrozbahiyê bi durişmeya “Bi hev re ji bo avakirina Komara Sûriya Demokratîk” hate lidarxistin.
Partiyên siyasî, tevgerê jin û ciwanan, şêx û rûspiyên eşîran, endamên saziyên leşkerî û sivîl beşdarî pîrozbahiyan bûn.
Endam û nûnerên PYD’ê ku beşdarî pîrozbahiyê bûn, salvegera 22’emîn a damezirandina PYD’ê pîroz kirin, rola partiyê di şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê destnîşankirin û gotin:
“Ji roja damezrandina partiyê ve hêzên paşverû û faşîst zext û êrîşan li ser wê dikin û gelek endamên wê girtin û şehîdkirin, lê tevî vê yekê jî gelê Kurd û berxwedêrên Rojava destek dan hev û êrîş û zext şikandin.”
Piştî axaftinan komên çand û hunerê berhêmên xwe pêşkêş kirin.



