Serokê DYE’yê Donald Trump ragihand ku ji bo Baregeha Hewayî ya Bagram a li Efganistanê jinûve bi dest bixe, dixebitin.
Trump bi Serokwezîrê Îngilistanê Keir Starmer re civîna çapemeniyê ya hevpar lidar xist.
Trump bal kişand ser girîngiya baregehê û got, “Yek ji sedemên vê jî ew e ku bi saetekê dûrî wî cihî ye ku Çîn çekên nukleerî lê hildiberîne.”
Bagram ku bi 50 kîlometreyî li bakurê Kabûlê ye, baregeha herî mezin a hewayî ya Efganistanê ye.
Yekîneyên Amerîka û NATO’yê di Tîrmeha 2021’ê de ji vê deverê xwe vekişandin û di demeke kurt de welat bi temamî kete bin kontrola Talîbanê.
Trump ji dema ku li serokatiyê vegeriya û vir ve Baregeha Bagramê timî dixe rojevê û serokê Amerîkayê yê berî xwe Joe Biden rexne dike ku bi rengekî ‘bê rêk û pêk’ ji Efganistanê vekişiya ye.
Her wiha aciziya xwe ya ji ber zêdebûna bandora Çînê ya li Efganistanê gelek caran xist rojevê.



