Balafirên şer ên Îsraîlê li ser sê bajarokên bajarê Nebatiye yê başûrê Lubnanê êrîşên hewayî pêk anîn, piştî wê Artêşa Îsraîlê ragihand ku ew ê êrîşî bajarokên El-Şihabiye û Burc el-Qelaviye bikin.
Li gorî ajansa nûçeyan a Lubnanê NNA, balafirên şer ên Îsraîlê li du avahiyên bajarokên El-Şihabiye ya bajarê Tîrê û Burc el-Qelawiye ya bajarê Bint el-Cubeylê xistin.
Li gorî agahiyan, piştî bombebarana sê bajarokên Lubnanê, artêşa Îsraîlê li başûrê Lubnanê jî du êrîşên hewayî pêk anîn.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di êrîşa Îsraîlê de ti ziyanên canî çênebûye.
Tevî agirbesta di navbera Îsraîl û Lubnanê de jî artêşa Îsraîlê hema hema rojane êrîşên hewayî û bejayî li ser başûrê Lubnanê dike.
Ji dema ku agirbest ket meriyetê, artêşa Îsraîlê li Lubnanê zêdetirî 4 hezar û 500 êrîş pêk aniye, di encamê de herî kêm 271 kes mirine û 610 kes jî birîndar bûne.



