Li bajarê Helebê merasîmek xiyabî ji bo gerîlayê HPG’ê, şehîd Karker Mazlûm hate lidarxistin, di merasîmê de soza xwedî derketina li nirx û pîvanên şehîdan hat pêkanîna hêviyên wan hate dayîn.
Şehîd Xalêb Osman bi nasanav Karker Mazlûm, di 16 /1/2019 ‘an li Garê ya Herêmên Parastina Mediya yê şehîd bû.
Ji bo bîrnaîna şehîd Karker, xelkên taxê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, endamnê saziyên sivîl û ewlehiyê li qada şehîdan kom bûn.
Li wir, kesên axivîn tekoşeriya şehîdan bibîrxistin û gotin:
“Şehîd Karker di cejna Newroz de, biriyara xwe ya dîrokî girt û tevlî nava refên gerîlayan bû.
Bi saya fedekariya ciwanan weke şehîd Karker, gelê Kurd ji tunebûnê hatin xelas kirin.”
Piştî axaftinan wesîqaya şehîd hate xwedndin û radestî malbatê hate kirin.



