Êlên ereb li başûrê Sûriyê hişyarî dan komên durzî ku eger di nava 10 rojan girtiyan neyên berdan wê şerekî berfrek pêk were.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku êlên Ereb yên li başûrê Sûriyê bi daxuyaniyek çapemeniyê gef li Durziyên li Siwêda xwarin.
Êlên Ereb di daxuyaniya xwe de 10 roj da komên Durzî, da ku endamên wan yên ku li gel wan girtîne berdin.
Wan di daxuyaniyê de hişyarî da ku neberdana girtiyan piştî dema diyarkirî, dê bibe sedema destpêkirina şerekî berfireh li herêmê.
Ev daxuyanî binpêkirina peymanên hikumeta veguhêz a Sûriyê û yên derbarê agirbesta li Siwêdayê de ye.



