Rêber Apo ji merasîma 32’emîn a Xelatên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad ya li bajarê Stenbolê ku pêk tê name şand û şehîdên çapemeniya azad bi bîr anî. Rêber Apo di nameyê de balê dikişîne li ser pêavjoya avakirina Aştî û Civaka Demokratîk û dibêje, “berpirsyariya dîrokî ya kedkarên hêja ên çapemeniyê heye ku bi rola xwe rabin û tevkariyê bikin.”
Rêber Apo ji merasima xelatê ya Mûsa Anter û şehîdên çapemeniya azad ya 32. re nameyek şand.
Rêber Apo di nameya xwe de qala naskirina Mûsa Anter dike û diyar dike Apê Mûsa taybetiyên buyîna yekemîn avakir.
Rêber Apo: Mûsa Anter taybetiyên bûyîna yekemîn ava kir
Rêber Apo diyar dike divê rewşa salên 1970 ji aliyê Kurdan ve baş were fêmkirin û wiha dibêje,
“Înkar û rev di asteke gelek pêş de bû. Ji Kurdbûna xwe rev hebû û dorhêl bi înkaran hatibû hûnandin. Dema tu navê xwe bibêje tê wateya ku te her tişt winda kir.
Di destpêka salên 1970’yî de min dixwest veguherîneke dîrokî bikim. Li Stenbolê bi çûyîna komeleyan min pêngava xwe ya yekemîn kir.
Min got ez ê têgîna Kurd bi kar bînim û min bi kar anî. Min cara ewil Mûsa Anter li wê derê dît. Ew dîtina min ya ewil û dawî bû.”
Rêber Apo: Mûsa Anter bi tena serê xwe mîna partiyekê tevgeriya
Rêber Apo diyar dike Apê Mûsa kesekî gelek bi nirx û hêja bû û bi van gotinan qala kesayeta wî dike;
“Piştî salên 1940’î yek ji wan kesên destpêkê bû ku deng derxist. Belkî jî piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn yekane welatparêzê cidî bû. Nîv sedsal bi tena serê xwe mîna partiyekê tevgeriya. Partî avanekiribû lê ji bo Kurdan xwestibû bi rêya wêjeyê hinek tiştan bibêje.
Di mijara wêjeyê de Yaşar Kemal çi be ew jî ew e.Yaşar Kemal bi Tirkî wî ji bi Kurdî. Ew gelek hêja bû. Ji ber vê taybetiyeke wî ya yekemîn heye. Ji xwe ji ber wisa bû ji aliyê kontrayan ve hate kuştin.
Di hevdîtina mîn û wî ya li Stenbolê de kurt be jî derfet çêbû ku em bi hevre bimeşin. Şîret li me kir. Got, “Li xwe xwedî derkevin.” Me jî xwest wiha bikin û hê jî hewl didin bikin. Ji wê derê em hatin vê rojê.”
Rêber Apo destnîşan dike ku vê gavê bi armanca avakirina Aştî û Civaka Demokratîk pêvajoyekê bi rê ve dibin û dibêje,
” Ji bo serketina wê jî pêwîstî bi hewldaneke hêja û cewherî heye. Hêvî û baweriya min ya serketinê mezin e.”
Rêber Apo: Dema gotin bi heqîqetê re bibe yek wê bandorê bike û bimeşîne
Rêber Apo di dawiyê de diyar dike dema gotin bi heqîqetê re bibe yek wê bandorê bike, biafirîne û bimeşîne,
“Bi vê heqîqetê berpirsyariya dîrokî ya kedkarên hêja ên çapemeniyê heye ku bi rola xwe rabin û tevkariyê bikin.
Ez şehîdên me yên çapemeniya azad bi rêzdarî bi bîr tînim, ji kedkarên çapemeniyê re ên ku li ser şopa Mûsa Anter dimeşin û dixwazin xeyalên wî pêk bînin, serketinê dixwazim.”
https://mezopotamyaajansi35.com/tum-haberler/content/view/287443



