Bi boneya salvegera 22’an ya PYD’ê Endama Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Niştîmanî Kurdistanê (YNK) Şanaz Îbrahîm serdana Nûnertiya PYD’ê ya li Başûrê Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê kir. Şanaz Îbrahîm Ehmed got: “Têkoşîna jinên li Rojavayê Kurdistanê ji bo Kurdistanê serbilindî ye.
Şanaz Îbrahîm Ehmed teqez kir ku Kurdan li Rojava gelek gavên girîng avêtine û ev yek anî ziman:
Li herêmê aramiyek heye. Bi hêvîme ku wê serketinê jî bi dest bixin.”
Têkildarî xebat û têkoşîna jinan ya li Rojavayê Kurdistanê jî Şanaz Îbrahîm ev got:
“Têkoşîna jinan ya li Rojavayê Kurdistanê weke xewê bû.
Kes li benda jêhatîbûn û seketineke wiha ya li hemberî van komên durinde nebû.
Cîhan tev li hemberî vê sersûrman bûn. Ev yek ji bo hemû Kurdan serbilindî ye.”



