Şandeya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di hevdîtina xwe ya bi endamên AMNESTYˊyê re dosyaya sûcên dijî tevahî pêkhateyên Sûriyeyê nîqaş kirin. Her du aliyan diyar kir ku ji bo belgekirina van binpêkirinan û misogerkirina mafên qurbaniyan pêwîstî bi dîtina mekanîzmaya hevkarî û koordînaya hevbeş heye.
Şandeya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê duh (20 Îlon 2025) li paytexta Almanyayê bi Rêxistina Efû ya Navneteweyî (AMNESTY) re hevdîtin kir. Di hevdîtinê de sûcên li Sûriyeyê yên ji dema desthilata pergala Baasˊê û heta qonaxa heyî ve hatin nîqaşkirin.
Di hevdîtinê de sûcên pêkhateyên Sûriyeyê, weke sûcên li dijî Elewî û Durziyan, sûcên li dijî jinan weke qetilkirin, destdirêjiya zayendî û revandin, hatin nîqaşkirin.
Her du aliyan girîngî da belgekirina van sûcên bêserûber û hat gotin ku ji bo bilindkirina dengê qurbaniyan û misogeriya nefilitîna sûcdar ji cezayan divê xebat li dîtina mekanîzmaya hevkar û koordînaya hevbeş di navbera her du aliyan de bê kirin.
Ev hevdîtin di çarçoveya tûra dîplomasî û Ewropî ya ku Şandeya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji 6ˊê Îlonê de daye destpêkirin pêk tê. Şandeyê di tûra xwe de bi gelek aliyên hiqûqî û jinan re, bi parlamenterên Fransayê re hevdîtin kirin û tev li semîner û festîvalên çandî û hunerî bû.
Şandeya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji rêvebera Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Emîne Omer, berdevka Meclisa Jinan a Sûriyeyê Muna Yûsif, berdevka Kombûna Jinan a Zenûbiya Şehrezad El Casim, endama Koordînasyona Kongra Star Jiyan Hisên û seroka Yekitiya Jinan a Suryan Corcêt Bersûm pêk tê.



