Çarenûsa Trump, sibe di destê senatoyê de ye

Çarenûsa serokê Amerîkayê Trump, sibe di destê Senatoya Amerîkî de ye.

Di dawiya rûniştina duh a dadgehkirina Trump de, parlementerên demokratîk dîsa banga tawanbariya Trump kir, lê parêzerên wî daxwaza bêgunehkirinê kirin.

Derbarê vê de, Serokê Dozgeriya Giştî ya Amerîkî, parlamenter Adam Schiff got:

Em bi Trump ne bawer in.. ev kes wê neyê guhertin û hûn baş vî tiştî dizanin.

Jixwe sibe, roja dawî ya dadgehkirina Trump e û li gorî destûra Amerîkî, divê ji sedî 67 parlamenter erê bikin heya serokê welêt were rakirin.

Lê ji ber parlamenterên demokratîk, di meclisê de tenê 47 dengên xwe hene, belkî hêza wan negihêje rakirina Trump.

Di 18’ê Kanûnê de, demokratan tiliyên tawanbariyê dirêjî Trump kiribû û ew bi keysbazkirina desthilat û astengkirina karê Kongressê sûcdar kiribûn.

Lê serokê Amerîkî her dibêje ew bêguneh e û nikarin wî ji hikumê welêt bi dûr bixin.

Back to top button