Ciwanên Helebê li ser rola sosyalîzmê di ava kirina civakê de civînek lidarxistin,ciwana ji bo pêk anîna wekhevî û edaleta civakî, teqezî bi sosyalîzma azadiyê li gorî ku Rêber Apo pêşxistiyê, kirin.
Civîn bi durişmeya “Bi sosyalîzmê em ê edaletê bi dest bixin,bi azadiyê em ê rûmetê biparêzin” li taxa Şêxmeqsûd pêka hat.
Endam û nûnerên ciwanan ên partiyan û saziyên sivîl beşdarî civînê bûn.
Ciwanan li ser azadiyê, sosyalîzmê û pêkanîna wan di civakê de nîqaşkirin.
Her wekî ciwanan “Menîfestoya Aştiyê û Civaka Demokratîk” nirxandin û nerînên xwe derbarê wê de anîna ziman.
Piştre ciwanan encamnameya dawî ya civînê wiha ragihandin:
Firehkirina asoyên ramanê bi rêbazên nû û pêşxistina hişmendiya kurdî bi pêşengiya ciwanan.
Azadî û sosyalîzm li gorî rastiya civakî û gerdûnî werin pênasekirin.
Li darxistina perwerdeyên yên taybet ên azadî û sosyalîzmê û girêdanên wan bi exlaqên civkî ve.



