Partiya Aştiya Demokrat a Kurdistanê û PYD komkujiya li Dêr Hafirê şermezaririn û gotin:
“Komkujiya Dêr Hafirê qanûnên navneteweyî û pîvanên mirovahiyê binpê dike.”
Partiya Aştiya Demokrat a Kurdistanê PADK’ê diyar kir ku bi van êrişan dixwazin tirs û xofê di nava gelê Sûriyê de biçînin û qonaxa heyî bêtir kur bikin.
Partiyê destnîşan kir ku Hikûmeta Veguhêz ya Sûriyê berpirsê êrişane û banga yekîtiya hêzên niştîmanî yên Sûriyê kir.
Partiya Yekitiya Demokratîk PYD’ê ya kantona Reqayê di heman çarçoveyê de daxuyanî da.
PYD’ê destnîşan kir ku ev komkujî berdewama siyasetên têkbirina aramî û ewlehiya Sûriyê û bang li Neteweyên Yekbûyî kir ku li hemberî van sûcan xwedî li berpirsiyariya xwe derkevin û sivîlan biparêzin.
Di dawiyê de PYD’ê, îdiayên nerast yên Wezareta Ragihandinê ya Hikumeta Veguhêz red kir û got:
“Em bi QSD`ê bawer in ji ber ku hêza dabînkera jiyana azad û bi rûmet e.”



