Nûnerê Fransayê li Neteweyên Yekbûyî Jerome Bonavon daxwaz kir ku Sûriye bibe welatekî ku rêzê ji hemû pêkhateyên xwe re digire û girîngî da guhertina siyasî ya serkeftî li Sûriyê.
Di berfirehiya axaftinê de, Bonavon girîngî da avakirina aştiya civakî ya mayîne li Sûriyê û got:
“Di mehên dawîn de tundiya taîfî pêş ket û ev jî nîşana gefên li dijî yekbûna pêkhateyên Sûriyê ye.
Divê rapora komîteya serbixwe ya Neteweyên Yekbûyî derbarê bûyerên tundiyê yên li beravê de were pêşkêşkirin.”
Bonavon diyar kir ku divê pêşî li vegera tevgerên terorî were girtin û divê alîkariyên mirovî yên berfireh jî ji bo gelê Sûriyê werin pêşkêşkirin.



